Trump Dibêje Îranê li ser Daxwaza Wî Sêdaredana Heşt Jinan Betal Kirîye

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew agahdar bûye ku heşt jinên Îranî yên ku di xwepêşandanên dawî de hatine girtin û cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, dê neyên darvekirin.

Trump di postekê de roja Çarşemê li ser Truth Social nivîsî, "Ez nû hatim agahdarkirin ku heşt xwepêşanderên ku biryar bû îşev li Îranê werin darvekirin, fermana wan hat betalkirin. Çar ji wan dê demûdest werin berdan û çarên din dê meheke cezayê girtîgehê li wan were birîn."

Trump spasîya Îranê û rêberên wê kir ji ber ku li ser daxwaza wî wekî serok rêz girtin û darvekirina plankirî ya heşt xwepêşanderan rawestand.

Serok Trump roja Sêşemê ji Îranê xwestibû ku bi berdana heşt jinên ku dê fermana darvekirina wan cîbicî bibe, derfetên danûstandinên aştîya bi Amerîkayê re zêde bike.

Ev şîroveyên Trump piştî wê hatin ku çalakvanekî bi navê Eyal Yakoby li ser platforma xwe ya X'ê îdia kiribû ku heşt jin li Îranê di metirsîya darvekirinê de ne.

Di posta xwe de, wî navên wan jinan nenivîsî, lê li gor lêkolîneran, kesên ku behsa hatiye kirin ev in: Bîta Hêmatî, Xezal Qelenderî, Golnaz Neraqî, Penah Mowhedî, Enîse Necatî, Mehbûbe Şebanî, Vînos Hûsênijad, û Diyana Tahirabadî.