Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê vîdyoyek li ser platforma Truth Social belav kir, tê de dîmenên wêrankirina pirekê li Îranê diyar dibin.
Trump got: "Mezintirîn pir li Îranê tê xwarê û qet nema tê bikaranîn. Gelek tiştên din li pey tên."
Serokê Amerîkayê herwiha got ku "dem hatiye ku Îran peymanekê bike berî ku pir dereng be. Tiştek nemaye ji wî welatê ku hîn dikare bibe welatekî mezin."
Kerec dora demjimêrekê dûrî Tehranê ye û pira ku îro hate wêrankirin bajêr û deverên din ên bakurê Tehranê bi paytextê ve girêdide. Ew yek ji girîngtirîn pirên Îranê ye.
Serok Trump Çarşemê bi şev di gotarekê de got ku di nav du-sê hefteyên bê de ewê Amerîka asta êrîşên xwe li dijî rejîma Îranê bilind bike.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) do Çarşemê got ku ji destpêkê operasyonên dijî rejîma Îranê, artêşa Amerîkayê li bêtirî 12 hezar armancên Îranê dane.