Serok Trump li Dallas'ê: Me Tengava Hormuzê Kontrol Kiriye; Bihayên Petrolê Dadikevin

Serok Donald Trump di Kongreya Komarîyan de li Dallas 9ê Îlonê 2026

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya li Kongreya Komarîyan ya li Dallasê de şeva Çarşemê gotarek pêşkeş kir.

Di axiftina xwe de serok Trump bi kurtî bal kişand ser şerê bi Îranê re û rewşa Tengava Hormuzê.

Serok Trump got ku Amerîka dê di şerê li dijî Îranê de biser keve û got ku ku Amerîkayê Tengava Hormuz kontrol dike.

Serok Trump li Dallas - Kongreya Komarîyan

Trump got, "Em ê bi ser bikevin. Tengava Hormuz kontrol dikin." Piştre wî pêşniyar kir ku navê rêya avê bibe "Tengava Trump" û got, "Ez difikirim ku divê em jê re Tengava Trump bibêjin û divê ez ji vê çîrokê tiştek derxim."

Trump her wiha got ku Îran di 51 salên borî de li Rojhilata Navîn şerxwaz û zordar bûye, lê êdî roleke wisa nalîze û rejîma Îranê li ber hilweşînê ye.