Trump Rahênanên Leşkerî yên bi Koreya Başûr re Pir Kêm Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Yekşemê ragihand ku Amerîka dê rahênanên leşkerî yên bi Koreya Başûr re pir kêm bike.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got, “Li gorî têkilîya min a pir baş bi Kim Jong Un ê Koreya Bakur re, ez ji vê rastîyê ne kêfxweş im ku Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê demeke dirêj berê razî bûye ku bi Koreya Başûr re beşdarî Rahênanên Leşkerî yên Hevbeş bibe.”

Rahênanên leşkerî yên 11 rojan, ku biryar bû tê de nêzîkî 18,000 leşkerên Koreya Başûr beşdar bin, ji bo zêdekirina amadebûna hêzên herdu welatan di rûbirûbûna gefên muhtemel ên Koreya Bakur de bûn."

“Ev rahênan ne tenê biha ne, lê piranîya lêçûnên wan ji hêla Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê ve têne dayîn (wek her car!), lê ew di heman demê de nîşaneke bi tevahî ne guncaw û dijminane dişînin welatekî ku, heya ku Donald Trump Serok e, bê gef û rêzdar bûye,” Trump got.

Serok anî ziman ku, ji ber rastîya ku êdî pir dereng e ev rahênan bi tevahî werin jinavbirin, wî ji Wezîrê Cengê Pete Hegseth re gotîye ku Rahênanên Leşkerî yên Hevbeş pir kêm bike!”

Trump bal kişand ser wê yekê ku “Herçendî hinekî netêkildar be jî (?), min vê dawîyê ji Serokê Koreya Başûr pirsî gelo ew dixwazin beşdarî me bibin di nenavokîkirina Komara Îslamî ya Îranê de, û wan got, "Na spas!"

Serok axaftina xwe bi hevoka”Spas ji bo baldarîya we ya li ser vê mijarê” bi dawî anî.