Trump Xelata Nobel ya Aştîyê ji Rêbera Opozisyona Venezuela Werdigire

Serokê Amerîkayê Donald Trump do Pêncşemê xelata Nobel ya Aştîyê ji rêbera opozisyona Venezuelayê Maria Corina Machado wergirt, piştî civînekê di nevbera herduyan de li Koşka Sipî.

Machado di dawîya sala borî de ew xelat wergirtibû.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got ku, “Cihê rûmeteke mezin bo ji bo min ku îro ligel Maria Corina Machado ya Venezuelayê kom bibim. Ew jineke delal e ku gelek tişt bi serê wê hatine.”

Trump herwiha got, “Maria xelata xwe ya Nobel ji bo aştîyê da min li ser karê ku min kiriye. Ev nîşaneke baş ya rêzgirtina hevbeş e. Spas, Maria!”

Machado berê jî serkeftina xwe pêşkêşî Trump kiribû ji bo piştgirîya wî bo Venezuelayê. Roja Pêncşemê jî got ku wê xelat pêşkêşî Serok kiriye wekî “pênasînek bo pêgirîya wî ya bêhempa ligel azadîya me.”

Piştî civîna wan li Koşka Sipî, Machado ji rojnamevanan re got ku gelê Venezuelayê xwe “dispêre” Serok Trump.

Koşka Sipî roja Pêncşemê got ku nêrîna Trump derbarê Machado wekî rêbereke pêkan ya welatê xwe “di vê kêlîkekê de” nehatiye guhertin.

Trump di 3’ê Çileyê Paşîn de – anku roja ku dîktatorê Venezuelayê Nicolas Maduro ji alîyê hêzên Amerîkayî ve hate girtin – got: “Ez bawer dikim ewê jê re pir zehmet be ku bibe rêber. Wê ne piştgirî ne jî rêz li nav welêt heye. Ew jineke pir baş e, lê wê rêzgirtin (ji alîyê xelkê Venezuelayê ve) nîne.”

Rêvebirîya Trump roja Pêncşemê ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku Washington firotina yekem ya nefta Venezuelayê bi nirê 500 milyon dolar qedanîye û da zanîn ku tê çaverêkirin firotinên zêdetir di roj û hefteyên bê de çêbibin.

Koşka Sipî got, Trump pêgir e ku hilbijartinên demokratîk li Venezuelayê bibîne li vê dema ku Amerîka alîkarîya wî welatî dike ku aram bibe û ji salên li jêr desthilatdarîya dîktatorî û sizayên aborî rehet bibe.