Serokê Amerîka Donald Trump li ser helwesta wan ya ser şerê li Ukrayna rêberên Fransî û Brîtanî rexne kirin.
Trump di podcasta Fox Newsê de got ku Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer û Serokê Fransa Emmanuel Macron jibo sekinandina şerê Rûsya û Ukrayna ti tişt nekiriye.
Trump, di podcasta Fox Newsê de, li ser pirsa derbarê civîna bi Starmer û Macron re got ku wan ti tişt nekiriye û ewê bi Rûsya re necivin.
’Macron hevalê min e û Starmer jî camêrekî pir baş e, lê wan her duyan jî jibo şerê Rûsya û Ukrayna tiştek nekiriye," Trump bi berdewamî got.
Qesra Sipî ragihand ku Starmer û Macron wê hefteya pêş serdana Washingtonê bikin.
Berdevka Qesira Sipî Karoline Leavitt dîyar kir ku wê roja Duşemê Macron û roja Pêncşemê Starmer li Washingtonê be.
Serdana rêberên Ewrupî di vê demê de ye ku peywendîyên Amerîka û Ukrayna bi qasî hefteyek e di girjîyê de ne.
Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî di şerê Rûsya û Ukrayna de, ku bi qasî 3 sal in didome, piştgirî dan Kîevê.
Rêberên Ewrupî niha ketine fikaran ku danûstandinên Washington û Moskowê dijî ewlekarîya welatên wan gefan çêke.
Jêder: Reuters, AFP