Serokê Amerîkayê Donald Trump û Şaredarê bajarê New Yorkê Zohran Mamdanî, doh roja Duşemê civîneke rojnamevanîyê pêk anîn da ku qala avakirin û geşepêdana taxeke New Yorkê bikin.
Di civîna rojnamevanîyê de, Serokê Amerîkayê û Şaredarê New Yorkê li ser gelek mijaran axivîn. Wan soz da ku bêyî ku cudahîyên xwe yên siyasî bibînin, ji bo pêşxistina bajêr alîkarîya hev bikin.
Herwiha, Serokê Amerîkayê behsa wan şeran kir ku bi alîkarîya wî hatine rawestandin û li ser Îranê jî axivî.
Serok Trump li ser Îranê got: ''Rewşa wan ne baş e û divê wan çekê navokî nebe. Ew di rewşeke xirab de ne.''
Serokê Amerîkayê diyar kir ku ji bo mijara Îranê çend civînên wan hene.
Ev yek di demekê de ye ku civîna 81’emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê çêdibe û Serokê Amerîkayê jî tê de amade ye. Herwiha, Wezîrê Derve yê Îranê gihîşt wir û tê gotin ku Serokê Îranê Mesûd Pizîşkyan jî tevlî civînan bibe.