Di peyamekê de li ser malpera xwe ya tora civakî ya X'ê, Koşka Spî Roja Dayîkan li hemû dayîkan li seranserê Amerîkayê pîroz kir û rola dayîkan di avakirina neteweya Amerîkî de bilind nirxand.
Di peyamê de hat gotin ku evîn, fedakarî û hêza dayîkan di civaka Amerîkî de roleke bingehîn lîstine û Koşka Spî dixwaze spasîya Xanima Yekem Melania Trump û Xanima Duyem Usha Vance bike.
Peyama Koşka Spî bi hevoka "Ji Koşka Spî Roja Dayîkan pîroz be" bi dawî kir.
Roja Dayîkan li Amerîkayê bûyerek girîng a malbatî û civakî ye ku her sal di Yekşema duyemîn a Gulanê de tê pîrozkirin.
Di vê rojê de, malbat bo dayîna diyariyan û deste gulan weke rêzgirtin û bilind nirxandina rola wan pêkêş dikin.
Piranîya berpirs û rayedarên Amerîkî di hesabên xwe yên medya civakî de peyamên taybet yên roja dayîkan weşandin û peyamên hezkirin û rêzgirtinê ji dayikan re nivîsandin.