Trump Alozîyên Rojhilata Navîn ligel Serokwezîrê Hindistanê Gotûbêj Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ligel Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi li ser şer û nakokîya li Rojhilata Navîn û vekirina Tengava Hormuzê axivî.

Balyozê Amerîkayê li Hindistanê Sergio Gor di daxuyanîyekê de got ku herdu rêberan "li ser alozîyên li Rojhilata Navîn gotûbêj pêk anîn, di nav de girîngîya ku Tengava Hormuzê vekirî bimîne."

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi got ku ev peywendî "pevguhertineke serkeftî ya nêrînan" li ser tevlîhevîyên li Rojhilata Navîn bû. Modi got: "Hindistan piştgirîyê dide kêmkirina alozîyê û vegerandina aştîyê di zûtirîn dem de."

Derbarê dorpêçkirina Îranê ya tevgera keştîyên barhilgir ên enerjîyê li Tengava Hormuzê, Modi got: "Piştrastkirina ku Tengava Hormuzê vekirî, ewle bimîne ji bo tevahîya cîhanê pir girîng e."

Di peywendîya telefonî de, herdu alîyan hewldanên xwe yên berdewam ji bo aştî û aramîyê dubare kirin.

Serokê Amerîkayê roja Şemîyê 48 demjimêr da rejîma Îranê da ku Tengava Hormuzê "bi tevahî û bêyî gef" veke. Eger na, Amerîka dê binesazîya elektrîka Îranê hilweşîne.

Serok Trump duh Duşemê ragihand ku wî ew dem bo pênc rojên din dirêj kir, piştî ku Amerîka û Îran di du rojên borî de "danûstandinên pir baş û avaker" pêk anîn.