Trump bo Salvegera 250 ya Serxwebûna Amerîkayê Serdana Çiyayê Rushmore Dike

Wêne ji sala 2020'an e.

Serokê Amerîkayê Donald Trump dê roja Înê serdana Çiyayê Rushmore li wîlayeta Dakotaya Başûr bike da ku salvegera 250 ya serxwebûna Amerîkayê pîroz bike.

Li vî cihê dîrokî ku rûyên çar serokên navdar ên Amerîkayê di keviran de hatine neqişandin, Trump dê gotarek pêşkêş bike. Herwiha ewê temaşeyî pêşandana lîstikên agirî yên taybet bike.

Ev serdan destpêka fermî ya rêzeke çalakîyên li seranserê welêt e ji bo bîranîna salvegera 250 ya serxwebûna Amerîkayê. Bûyerên sereke ji bo êvara Şemîyê li Washingtonê hatine plankirin. Serok Trump dê li Qada Niştimanî (National Mall) gotarekê li pêş bi hezaran kesan pêşkêş bike, û piştre ewê bernameya lîstikên agirî destpê bike.

Koşka Sipî got ku ev çalakî beşek ji salvegera 250 ya Amerîkayê ne, rêze merasîm û çalakîyên ji bo bîranîna dîrok, mîrat û nirxên Amerîkayê.

Serok Trump di sala 2020'an de serdana Çiyayê Rushmore kir, û niha dîsa ew ji bo yek ji merasîmên herî girîng ên niştimanî yên vê serdemê hilbijartîye.