Serok Trump: Ji Destnîşankirina Mucteba Xamineyî Wekî Rêberê Nû yê Îranê Ne Kêfxweş im

WASHINGTON — Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê nerazîbûna xwe ya li hember destnîşankirina Mucteba Xamineyî wekî rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê nîşa da.

Serok Trump di hevpeyvînekê de ya bi New York Post re dema ku jê hat pirsîn ka planên wî ji bo rêberê nû yê Îranê çi ne, wî got, "Ne biryare ku ji we re bêjim, lê ez ji desntîşankirina wî ne kêfxweş im,"

Roja Duşemê, rejîma Îranê kurê Elî Xamineyî, Mucteba, wekî rêberê xwe yê nû ragihand.

Trump her wiha ji NBC News re got ku tayînkirina Mucteba Xamineyî wekî rêberê nû yê Îranê şaşiyek mezin e, ku rejîma Îranê kirî.

"Ez weha dibînim ku wan xeletiyek mezin kir, ez dibînim ku ewê pir domdar nebe. Ez difikirim ku wan xeletî kir," Trump got.

Wî dîsan ji Axios re got, "Ez kurê Xamineyî qebûl nakim. Em kesekî dixwazin ku hevsengî û aştiyê bîne Îranê."

Dijberên rejîma Îranê, Mucteba bi wê yekê tometbar dikin ku destê wî di serkûtkirina xwenîşandanên sala 2009an de hebûye ku piştî dubare-hilbijartina Mehmûd Ehmedînejad derketibûn holê.

Her wiha li gorî raporeke ajansa Bloombergê, Mucteba Xamineyî kesekî gendle û destê wî di bazirganîya nerewa û di fesda 100 mîlyonan dolaran de heye.