Trump: Piranîya Endamên NATO Naxwazin Beşdarî Operasyona Dijî Rejîma Îranê Bibin

Donald Trump Koşka Spî

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîyekê de ku di Truth Social de weşandîye dibêje "piranîya welatên endam ên NATO naxwazin tevlî operasyona leşkerî ya Amerîkayê li dijî rejîma Îranê li Rojhilata Navîn bibin."

Trump di gotinên xwe de diyar kir ku, "her çend gelek welat li ser wê yekê hevra ne ku Îran divê tu carî nekaribe bibe xwedî çekên navokî, lê ew naxwazin bi awayekî rasterast beşdarî çalakîyên leşkerî bibin."

Wî got, ev helwest ji alîyê hevpeymanên NATO'ê ve ne tiştekî ecêb e ji ber ku ew demek dirêj e wê rêxistinê weke "rêya yek-alî" dîbîne.

Di daxuyanîyê de, Trump bal kişand ser wê yekê ku Amerîka her sal bi sedan milyar dolar xerç dike da ku wan welatan biparêzin, lê di demên hewcedariyê de alîkarîya wan nîne.

Wî her weha got ku hêzên leşkerî yên Amerîkayê bi serkeftinek mezin li dijî Îranê heta niha pêkanîye, û got ku hêzên deryayî, esmanî û sistema parastina esmanî ya Îranê bi şêweke mezin hatine têkbirin.

Trump got jî, ku piranîya rêveberên Îranê jî "Hatine jinavbirin" û êdî ew ne metirsîne, ji bo Amerîka, hevalbendên wê li Rojhilata Navîn û cîhanê hemîyê."

Di dawîya daxuyanîyê de, serok Trump got ku bi vî awayî serkeftinên leşkerî, Amerîka êdî ne hewce ye û ne jî dixwaze alîkariya welatên NATO'ê bistîne.
Serok Trump navên welatên wek Japonya, Australiya û Koreya Başûr jî anî ser ziman û got ku Amerîka pêwîstiya alîkariya wan jî nîne.

Trump got: "Wek Serokê Amerîka, welatê herî hêzdar ê cîhanê, pêwîstîya me bi alîkarîya kesî nîne."