Koşka Spî dibêje ku serok Donald Trump dê roja Çarşemê li Washingtonê mêvandariya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bike, û dê herdu hevalbend li ser çawanîya rûbirûbûna gefên ji aliyê dijberê wan ê hevbeş, rejîma Îslamî ya Îranê, biaxivin.
Karbidestekî Koşka Spî, roja Duşemê di peyamekê de ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku civîna Trump û Netanyahu ji bo roja Çarşemê hatiye plankirin. Ev dê cara şeşemîn be ku Trump ji destpêka dema wî ya duyemîn a salekê berê ve mêvandarîya rêberê Îsraîlê ji bo hevdîtinan dike.
Di daxuyanîyeke roja Şemiyê de ku serdanê ragihand, nivîsgeha Netanyahu got ku ew ê li ser gera herî dawî ya danûstandinên Amerîka û Îranê bi Trump re gotûbêj bike.
Daxuyanîya Îsraîlê got: "Serokwezîr bawer dike ku her danûstandinek divê sînorkirinên li ser mûşekên balîstîk û rawestandina piştgirîya mihwera Îranê, di nav xwe de bigire."
Di hefteyên dawî de, Trump bi berdewamî hişyarî da rejîma Îranê ku eger ew dest ji hewildanên pêşxistina çekên navokî bernede û eger dest ji kuştina Îranîyên ku di 28ê Kanûnê de li dijî desthilatdarîya teokratîk dest bi serhildanê kirine, bernede, ew dikare bi awayekî leşkerî lê bixe.
Trump û alîkarên wî her wiha gotine ku ew dixwazin bibînin ku Îran bernameya xwe ya mûşekî û piştgirîya xwe ya ji bo komên terorîst ên ku êrîşî Îsraîl û hêzên Amerîkî yên li herêmê kirine, sînordar dike.
Şandeyeke Amerîkî bi serokatîya şanderê taybet Steve Witkoff roja Înê li Mesqetê bi wezîrê derve yê Îranê Ebas Eraqcî re danûstandineke nerasterast kir, û wezîrê derve yê Omanê Bedir bin Hamad El Busaîdî navbeynkarî kir û peyam di navbera herdu alîyan de şandin.
Doh Înê, Trump li ser balafirê Air Force One bi rojnamevanan re axivî û got ku danûstandin "pir baş bûn". Wî her wiha got ku dê di destpêka vê hefteyê de civînek din hebe, lê hîna demek nehatiye piştrastkirin.
Trump ji rojnamevanan re got: " Ew ji dixwazin peymanekê çê bikin, û divê ew bikin. Ger ew peymanekê nekin, encam wê pir dijwar bin. Emê bibînin ka çi dibe."
Di meha borî de, Trump ji bo xurtkirina hişyarîyên xwe yên ji bo rejîma Îranê, artêşek Amerîkî bi serokatîya keştîya firokhilgir USS Abraham Lincoln şandiye avên Rojhilata Navîn.