Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu raportên ku dibêjin “Trump rê li ber êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê girtîye” red kir û ji Kanala 7 a Îsraîlê re got ku “Ev raporteke derew e û dê rojekê rastî derkeve holê.”
Netanyahu derbarê rejîma Îranê de got ku “Ew bêhêz bûne û ketine ser çokan, lê heta ku ev rejîm li ser desthilatdarîyê be, dê li ser rêya xwe bimeş in."
Netanyahu tekez kir ku yekane rê ji bo temamkirina vî karî, rûxandina rejîma Îranê ye.
Rojnameya Financial Times li ser bingeha sê çavkanîyan belav kiribû ku Serokwezîrê Îsraîlê ferman daye artêşê ku ji bo 10’ê Cotmehê êrîşeke esmanî ya çend rojan li dijî Îranê amade bikin, lê Donald Trump li dijî vê êrîşê derketîye.
Rojnameya New York Timesê roja Çarşemê diyar kir ku Trump îsal gelek caran rê li ber planên êrîşên li dijî Îranê girtîye, di nav de vê mehê jî dema ku herdu artêş nêzîkî êrîşkirinê bibûn.