Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku beşek ji petrola Venezuelayê dê ji bo tijîkirina yedekên stratejîk ên niştimanî yên petrola Amerîkayê bê veqetandin.
Serok Trump roja yekşemê, 30'ê Tebaxê, di peyamekê de li ser platforma Truth Social diyar kir ku proseya tijîkirina wan rezervan ku li gorî gotina wî di dema rêveberiya serokê berê Joe Biden de nêzîkî valabûnê bûn, dê di demeke nêzîk de dest pê bike û petrola Venezuelayê ji bo vê armancê bê bikaranîn.
Ev daxuyanî piştî îmzekirina peymaneke nû ya berfireh a petrolê di navbera Amerîkayê û Venezuelayê de tên. Peymanek ku hikûmeta Amerîkayê got dê kontroleke berfireh a çavkaniyên petrolê yên Venezuelayê bide Kompanyayên Amerîkî.
Serok Trump ev gav wekî "diyarîyek ji Venezuelayê ji bo gelê Amerîkî" bi nav kir.
Rezerva Petrolê ya Stratejîk a Amerîkayê rezerva awarte ya hikûmetê ye ji bo krîzên di dema pirsgirêkên dabînkirina petrol û enerjîyê de.
Li gorî raporên dawî, tê pêşbînîkirin ku peymana nû ya di navbera Washington û Caracasê de hilberîna petrola Venezuelayê jî zêde bike. Lê belê pispor dibêjin ku nûavakirina binesazîya petrolê ya wêrankirî dem dixwaze û zêdebûneke berbiçav a hilberînê zû bi zû çênebe.