Serok Donald Trump îro Înê soz da ku ewê Amerîka ti carî êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlona 2001’an ji bîr neke, dema wî di merasîmeke jibo salvegera 25’an ya wan êrîşan de li Pentagonê gotareke pêşkeş dikir.
Trump êrîşên 11’ê Îlonê wek "kêlîyeke xerabiyeke mezin û hovane" pênase kir; yên ku Amerîka ceribandin, lê di dawîyê de yekîtî û berxwedana welêt nîşan dan.
"Di rojên wekî 11ê Îlonê de, em fêr dibin ka welatek bi rastî ji çi pêk tê," wî got.
Trump pabendbûna Amerîka jibo rêzgirtina bîranîna nêzî 3 hezar kesên ku di êrîşan de hatibûn kuştin, dubare kir.
Serok Trump got, "Îro em wê sonda pîroz dubare dikin, ya ku me cara ewil 25 slan berî niha, bi navê wan xwaribû. Emê qet û ti carî ji bîr nekin. îro em jiber vê yekê em şer dikin."
Wî bi berdewamî got ku "Tu bijardeya me nîne. Rêka tekane serketin e. Em şerêkî dijwar dikin. Em jibo serkeftinê şer dikin."
Trump û Xanima Yekê Melania Trump beşdarî merasîma xwendina navên 184 kesên ku di 11 Îlonê de li Pentagonê hatin kuştin bûn. Piştî xwendina navê her yek ji qurbanîyan zengilek hat lêdan.
Serokê Amerîka di gotara xwe de behsa çîrokên jîmareke qurbanîyan kir û bal kişand ser kiryarên mêrxasiyê yên rizgarkerên wê demê, hêzên ewlehîyê û welatiyên asayî ku jibo alîkarîya kesên din encam dab ûn.
Trump destnîşan kir ku helwesta Amerîka ya ji wê demê ve ya di 25 salan heya niha de , hêza gelê Amerîkî nîşan daye.
"11’ê Îlonê hêza hovane ya nefretê bi bîra me anî. Lê 25 salên piştî wê, hêza hêjî mezintir ya ruha Amerîka jibo berxwedan, tekoşîna dijî zehmetîyan û serkeftinê nîşanî me dan."
Trump her wiha mîrateya 11’ê Îlonê, bi alozîya berdewam ya di navbera Amerîka û Îranê de girê da û soza xwe dubare kir ku ewê rê nayê dayîn ku Tehran çekê navokî hilbirîne.
“Em rêzê li wan endamên hêzên çekdar digirin ku niha dixebitin da ku piştrast bikin Îran, ku di cîhanê de piştgirê herî mezin yê terorê ye, ti carî, qet xwedî çekeke navokî nebe.”