Serok Trump Wê % 25 Baca Gumrikê li Ser Berhemên Pola û Alumînyumê Ragihîne

Serokê Amerîka Donald Trump got ku ewê ji % 25 baca gumrikê li ser hemî pola û alumînyumê yên ku dikevin Amerîka ragihînin.

Trump herwiha got ku ewê di dawîya hefteyê de li ser bacên gumrikê yên ser hemî dewletan ragihînin ku bacên gumrikê datînin ser berhemên ku ji Amerîka dikirin.

“Ger ew baca gumrikê ji me bistînin, emê jî heman tiştî li wan bikin," Trump got, lê dîyar nekir ku kîjan dewlet wê bibin armanc.

Kanada û Meksîko du ji hevkarên herî mezin yên bazirganîya pola û alumînyumê yên Amerîka ne.

Pispor bal dikşînin ku ev biryar wê bandora herî mezin li ser Kanada bike.

Tevî ku Brîtanya zêde pola ji Washingtonê nakire û nafroşe wê, sazîya bazirganî ya pola ya Brîtanî, UK Steel got ku her bacên Amerîkî wê ji li ser pîşesazîya Brîtanî darbeke wêranker be.

Danîn abacên gumrikê beşeke navendî ya sîyaseta aborî ya Trump e û ew wan bacana mîna rêyeke xurtkirina aborîya Amerîkî û parastina karan û zêdekirina dahata bacê dibîne.