Trump Dibêje Dem Hatiye li Rêbertîyeke Nû li Îranê Bigerin

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê banga bidawî anîna desthilatdarîya Ayetullah Elî Xameneyî li Îranê kir.

Serok Trump di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Politico got ku "Dem hatiye li rêbertîyeke nû li Îranê bigerin." Ev yek di demekê de tê ku xuya dike xwepêşandanên berfireh li wî welatî bo daxwaza bi dawî anîna rejîmê kêm bûne.

Bi hezaran xwepêşander li seranserê welêt di sê hefteyên borî de hatine kuştin ku bû sedem Serok Trump bi berdewamî gefeyên êrîşek leşkerî bike. Roja Sêşemê, Trump bang li Îranîyan kir ku xwepêşandanên xwe berdewam bikin û "Dest deyînin ser sazîyan" û got, "alîkarî di rê de ye."

Piştre bi rojekê, Trump ragihand ku ew hatiye agahdarkirin bidarvekirina xwepêşanderên girtî ji alîyê rejîma Îranê ve hatiye rawestandin.

Serokê Amerîkî îro Şemîyê, dema ku li ser egera operasyoneke leşkerî ya Amerîkî dijî Îranê hatî pirsîn, wî got: "Baştirîn biryara ku wî (Xameneyî ) daye ew bû ku bidarvekirina bêtirî 800 kesan nekir."