Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku William J. Pulte wekî Rêveberê Demkî yê Îstîxbarata Niştîmanî hat destnîşankirin.
Li gor peyama Trump ku li ser platforma Truth Social, Pulte ku niha wek Rêvebirê Ajansa Federal a Fînansên Mal û Milkan û herwiha wek Serokê Fannie Mae û Freddie Mac kar dike, xwedî ezmûneke baş di rêvebirina mijarên herî hestiyar ên Amerîkayê de.
Trump got ku Pulte di parastin û aramîya bazaran de roleke girîng lîstîye û li ser rêvebirina zêdetirî 10 trîlyon dolar sermayeyên Fannie Mae û Freddie Mac çavdêrî kiriye. Wî herweha amaje kir ku ev hejmar di nav 12 mehên dawî de bi awayekî berçav zêde bûye.
Li gor daxuyanîyê, Pulte dê di dema ku posta Rêveberê Demkî yê Îstîxbarata Niştimanî pêk tîne de, li ser postên xwe yên niha wek Rêvebirê FHFA û Serokê Fannie Mae/Freddie Mac bimîne.
Trump di dawîya daxuyanîya xwe de ji Pulte re pîrozbahî şand û got: “Pîrozbahîyê li Rêveber Pulte dikim.”
Hêjayî gotinê ye ku destnîşankirina Pulte ragihandin piştî ku Tulsi Gabard, Rêvebera berê ya heman sazîyê, dest karvekişîna xwe 10 rojan berê ragihandibû.