Trump Ser Sekinandina Şer bi Putin û Zelenskyy re bi Telefonê Peyîvî

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku ew bi rêka telefonê bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re peyîvîye.

Trump li ser platforma Truth Socialê got ku wî û Putin li hev kiriye ku ew ser qedandina şerê li Ukrayna hevdîtinan çêkin.

‘’Serdana welatan ya dualî jî di nav de me biryar da ku em bi peywendîyên nêz bixebitin. Me li hev kir ku tîmên me demûdest dest bi danûstandinan bikin.’’

Wî dîyar kir ku li gor nêrîna wî Putin jî dixwaze ku dawî li şer were.

Serokê Amrerîkî got ku ew dikare civîna pêşî ya bi Putin re li Erebistana Saûdî çêke.

Trump dîyar kir ku ew û Putin hevbîr in ku ew her du jî serdana welatên hevdu bikin.

Berdevkê Kremlînê Dimity Peskov jî ragihand ku her du rêberan derbarê serdanan li hev kiriye.

Peskov dîyar kir ku axaftina Putin û Trump saet û nîvekê ajotiye û wan ji hevdu re gotiye ku êdî dem hatiye ku ew bi hevdu re bixebitin.

Trump piştî axaftina bi Putin re bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re jî peyivî.

Zelenskyy dîyar kir ku Trump ser axaftina bi Putin re agahî dane wî.

Serokê Ukraynî got ku ew û Trump ser aştîyeke mayînde axifîne.

Axaftina Trump ya bi Putin û Zelenskyy di vê demê de ye ku rêvebirîya Washingtonê dibêje ne çaverê ye Ukrayna bibe endama NATO.

Rûsya, Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kiribû.

Piştî êrîşên Rûsya yên li Ukrayna, Swêd û Fînlandîya serî li NATO dabûn û bûbûn endamên nû yên hevpeymanîyê.

Jêder: AFP, Retuers, VOA