Trump Dibêje Ew Dikare Vê Mehê bi Putin re Bicive

Trump

Serokê Amerîka Donald Trump roja Sêşemê got ku ew dikare vê mehê bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re kom bibe.

Trump gava wî dawî li preskonferansa li Mar-a-Lago Club ya li Palm Beach’ê dianî li ser pirsa ewê heta dawîya mehê bi Putin re bicive yan ne, got ‘’Dibe ku’’

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio ser civîna Washington û Moskowê ya li Rîyad ya Erebistana Saudî gotibû ku her du alîyan ser hilcivîna Trump û Putin ti dem plan nekiriye.

Trump piştî destpêka danûstandinên Amerîka û Rûsya yên ser Ukrayna cara pêşî axifî.

Li ser fikarên Ukrayna yên derbarê beşdarnebûna li civînan, Trump got ku Kîevê 3 salên berê jibo sekinandina dagirkerîya Moskowê dikaribû bi Rûsîyan re peymanek çêkira.

‘’Min îro bihîst ku gotine ‘ax, em nehatine vexwendin. Hûn sê sal in li wir in, divê we dawî li vê yekê bianîya. Divê we qet destpê nekira, we dikaribû peymanek îmza bikira.’’

Sean Savet, ku di dema Serokê berê Joe Biden de, berdevkê Konseya Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî bû, ji medyaya civakî got ku ya ku şer daye destpê kirin Rûsya ye.

Savet dîyar kir ku Putin bi dagirkirina Ukrayna dest bi şer kiriye û berpirsa şer Moskow e.

Trump, Biden ser helwesta jibo Ukrayna rexne kir.

Biden jibo Ukrayna li hember Rûsya li ber xwe bide hewil dabû ku piştgirîya çekan bide Kîevê.

Trump got ew bawer dike ku hêza wî heye ku ew dawî li şerê Rûsya û Ukrayna bîne.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku divê li Ukrayna hilbijartin çêbin û got ku daxwaza wî û gelek dewletên din wisa ye.

Jêder: Reuters