Serokê Amerîkayê Donald Trump peyamek derbarê meha Remezanê belav kir, tê de pîrozbahîya Misilmanan bi meha wan ya pîroz kir.
Di peyamekê de ku li ser malpera Koşka Sipî belav bû, Trump got ku "her Remezan wekî demsaleke nirxdar ya nûbûna giyanî û spasdarîya Xwedê ye. Ev dema ku ji bo gelek Amerîkîyan pîroz e, tekezîyê nimêj û rojîgirtinê dike, peywendîyên civak û malbatan bihêz dike, û nirxên me yên hevbeş di dilovanî, xêrxwazî û dilnizimîyê de dupat dike."
Di dirêjahîya peyama xwe de, Serokê Amerîkayî got ku "mafê ku Xwedê daye ji bo perestkirina azad nîşana welatê me ye û stûna hêz û geşedana me ye. Ji ber vê yekê, her roj, Rêvebirîya min piştrast dike ku hemû welatî dikarin bawerîya xwe bicîh bînin û bi azadî peresta xwe bikin, çûnkî azadîya olê tê wateyê ku mirov bi azadî ola xwe bi serbilindî û bê tirsa tepeserkirinê bicîh bîne."
Çarşemê wekî roja yekê ya meha Remezanê li Amerîkayê û gelek welatên din hatiye ragihandin. Li hinek welatan jî meha rojîyê sibe Pêncşemê destpê dike.