Trump Agirbesteke Sê Rojî di Navbera Ukrayna û Rûsyayê de Radigihîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê ragihand ku dê agirbesteke sê rojî di navbera Ukrayna û Rûsyayê de destpê bike.

Trump li ser platforma Truth Social got "Ez bi kêfxweşî dibêjim ku di şerê Rûsya û Ukraynayê de dê agirbesteke sê rojî (9, 10 û 11'ê Gulanê) çêbibe. Ev pîrozbahî li Rûsyayê ji bo Roja Serkeftinê ye, lê li Ukraynayê jî ye, ji ber ku rola wan jî di Şerê Cîhanê yê Duyem de pir mezin bû."

Trump herwiha got "Ev agirbest dê rawestandina hemû çalakîyên leşkerî, û herwiha pevguhertina 1,000 girtîyan ji herdu welatan li xwe bigire."

Serok Trump spasîya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy kir ji bo vê rêkeftinê û got "Ev daxwaz rasterast ji alîyê min ve hat kirin."

Trump hêvî dike ku ev agirbest bibe dawîya vî şerê dirêj û giran ku ji Sibata 2022'an ve didome.

Serokê Amerîkî dibêje ku ji bo bidawîkirina vî şerê gotûbêj berdewam in û “em her roj nêzîkî peymanê dibin.”