Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê hilcivîna "Mertala Amerîka" li Florida bi axaftinekê li ser Îranê destpê kir.
Di axaftina xwe ya vekirinê de, Serok Trump bal kişand ser hêza leşkerî ya Amerîkayê û kiryarên ên vê dawîyê li dijî şiyanên Îranê.
Trump di konferansê de, ku rêberên seranserê kêşwera Amerîkayê beşdar bûn, got: "Pêşketinên mezin çêbûn. Min di gera xwe ya yekem de şiyanên leşkerî ava kir û min leşkerî jinûve ava kir, ligel pir tiştên din."
Serok got ku ew niha hêza leşkerî bikar tîne da ku li dijî gefên Îranê raweste: "Hêzeke leşkerî ya bi vî rengî li ser erdê nîne û em li Îranê pir baş in. Hûn encaman dibînin."
Trump got ku kiryarên vê dawîyê binesazîya leşkerî û peywendîyên Îranê bi awayekî berbiçav lawaz kirine.
"Me hêza wan a asmanî wêran kir, me peywendîyên wan qut kir û wan hemû peywendî winda kirine. Ez nizanim ew çawa peywendîyê dikin, lê ez dibêjim ku ewê tiştekî bibînin. Ev ji bo wan ne baş e, ew mirovinî xerab in."
Hilcivîna "Mertala Amerîka" rêberên gelek welatên herêmê anîn cem hev, di nav de Arjentîn, Bolîvya, Çîlî, Kosta Rîka, Komara Domînîk, Ekwador, El Salvador, Honduras, Panama, Paraguay û Trînidad û Tobago. Naveroka hilcivînê li ser hevkarîya herêmî û mijarên ewlekarîyê bû.