Serokê Amerîkayê Donald Trump yekem gotara xwe ya salane di gera seroktîya xwe ya duyem de îşev pêşkêş kir.
Piştî vexwendina wî ji alîyê serokê Encûmena Nûneran Mike Johnson ve, Serok Trump axaftina xwe bi xêrhatina amadeyan dest pê kir, û got, "Welatê me vegerîya! Ji her demê mezintir, çêtir, dewlemendtir û bihêztir.”
Trump got, "Kêmtirî 5 mehên din, welatê me dê qonaxeke girîng di dîroka Amerîkayê de pîroz bike. 250emîn Salvegera Serxwebûna Amerîkî ya bi heybet. Di 4ê Tîrmehê de, emê 250 sal serfirazî û serkeftin, pêşketin û azadiyê li neteweya herî bêhempa ya li ser rûyê erdê, pîroz bikin - û we hîn tiştek nedîtîye, ji ber ku em dikevin Serdema Zêrîn a Amerîkayê.”
Serok Trump got, “Dema ku ez 12 mehan berê li vir axivîm, min welatekî di nav krîzê de wek mîrat wergirt - bi aborîyeke lawaz, enflasyon di astên bilind de, sînorekî vekirî, peywirdarkirina xerab a leşker û polîsan, sûcên berbelav li welêt, û şer û bêserûberî li seranserê cîhanê. Lê îşev, piştî tenê salekê, ez dikarim bi rûmet û serbilindî bibêjim ku me guhertinek bi dest xist ku kesî berê qet nedîtibû, guhertinek ji bo serdeman. Emê qet venegerin cihê ku em tenê demeke kurt berê lê bûn!”
“Îro, sînorê me ewle ye, giyanê me vegerîya ye, enflasyon dadikeve, dahat bilez zêde dibin, aborî pêş dikeve, dijminên me ditirsin, leşker û polîsên me kom bûne, û dîsa rêz li Amerîkayê tê girtin, dibe ku ji her demekê berê bêtir be,” Serok got.
Ewlekirina Sînor
Serokê Amerîkayî behsa koçberîya neqanûnî kir û got, “Piştî 4 salan ku bi mîlyonan biyaniyên neqanûnî bêyî ku werin kontrolkirin, sînorên me derbas dikirin, niha sînorê me yê herî xurt û ewle di dîroka Amerîkayê de ye. Di 9 mehên borî de, yek biyanîyê neqanûnî jî derbasî Amerîkayê nebû- lê emê her gav rê bidin ku mirov bi awayekî qanûnî werin, mirovên ku dê ji welatê me hez bikin û dê ji bo parastina wê bixebitin.”
“Herikîna fentanêl a kujer li seranserê sînorê me bi rêjeyeke bêhempa ya 56% kêm bûye. Û par, rêjeya kuştinê di dîroka tomarkirî de kêmbûna xwe ya herî mezin dît - di rastîyê de, ev rêjeya herî kêm di zêdetirî 125 salan de ye, pir berî ku bavê min Fred ji dayîk bibe,” wî got
Aborîya Niha ya Amerîkayê
Trump aborîya Amerîkayê di serdema serokê berê Joe Biden de, da beramber aborîya niha û got, "Rêveberîya Biden û hevalbendên wê yên di Kongresê de enflasyona herî xerab a dîroka welatê me da me. Lê di 12 mehan de, rêveberîya min enflasyona bingehîn daxistîye asta herî nizm a zêdetirî 5 salan - û di 3 mehên dawî yên 2025an de, ew daketîye 1.7%.”
Serok anî ziman ku, “Benzîn, ku di dema selefê min de li hin wîlayetan gihîştibû zêdetirî 6 dolaran ji bo galonekê, niha li gelek eyaletan ji 2.30 dolaran kêmtir e, li hin deveran jî ji 1.99 dolaran kêmtir e - û dema ku min çend hefteyan berê serdana Iowa kir, min heta 1.85 dolarî ser galonê dît. Rêjeyên morgicê di 4 salên dawî de herî nizm e û bi lez dadikeve.”
“Di 4 salên dirêj ên rêveberîya berê de kêmtir ji yek trîlyon dolar weberhênanên nû hatin Amerîkayê. Min di 12 mehan de, sozên ji bo zêdetirî 18 trîlyon dolar ji çar aliyên cîhanê bi dest xistin. Li ser vê yekê hizir bikin, kêmtir ji 1 trîlyon dolar ji bo 4 salan, li hember 18 trîlyon dolar ji bo salekê. Demek kurt berê, em welatekî mirî bûn - niha, em welatê herî germ ê cîhanê ne,” wî got.
Bidawîanîna Şeran li Cîhanê
Serokê Amerîka bal kişand ser rola xwe di rawestandina 8 şeran li cîhanê de û got ku,” Em bi serbilindî ewlehîyê ji bo Amerîkiyan li welêt vedigerînin, û em her weha ewlehîyê ji bo Amerîkayê li derveyî welêt jî vedigerînin. Welatê me qet ewqas bihêz nebû.”
Trump got,”Di 10 mehên pêşîn ên karê min de, min 8 şer bi dawî anîn - di nav wan de jî Kambodya û Tayland, Pakistan û Hindistan, Kosova û Serbistan, Îsraîl û Îran, Misir û Ethyopya, Ermenistan û Azerbaycan, Kongo û Rwanda, û bê guman, Şerê li Xezeyê. Li gorî agirbesta ku min danûstandin lê kir, her rehîne - hem sax û hem jî mirî - vegerîyan malê. Û em bi dijwarî dixebitin da ku şerê 9an bi dawî bikin - kuştin û qirkirina di navbera Rûsya û Ukraynayê de, ku her meh 25,000 leşker dimirin, şerekî ku ger ez serok bûma dê qet çênebûya.”
“Wekî Serok, ezê li her dera ku dikarim, aştîyê çêbikim, lê ezê qet dudilî nebim ku li her dera ku pêwîst be, gefên li ser Amerîkayê vegerînim,” wî got.
Îran û Çekên Navokî
Serokê Amerîkayê yê 47an ronî da ser siyaseta Amerîkayê li dor Îranê û got,”Bi dehsalan e, siyaseta Amerîkayê ew e ku qet nehêle Îran çekek navokî bi dest bixe. Ji dema ku wan 47 salan berê ew welatê mezin kontrol kir, rejîmê û wekîlên wê yên kujer ji bilî terorîzm û mirinê tiştek belav nekirine. Wan bi bombeyên li ser rê bi hezaran leşkerên Amerîkî kuştine û seqet kirine. Û di van demên dawî de, wan herî kêm 20,000 xwepêşander li welatê xwe kuştine. Wan berê mûşek pêşxistine ku dikarin gefê li Ewropa û bingehên me yên li derveyî welêt bixin - û ew dixebitin ku mûşekên ku di demek nêzîk de bigihîjin Amerîka ava bikin.”
Wî qala operasyona Amerîkî ya ku bingehên navokî yên Îranê kirin armanc, kir û anî ziman ku,”Piştî operasyona Çakûçê Nîvê Şevê (Midnight Hammer), ew hişyar kirin ku di pêşerojê de hewl nedin bernameya çekên xwe ji nû ve ava bikin - lê ew berdewam dikin, û di vê gavê de dîsa li dû armancên xwe yên navokî yên xerab in. Tercîha min ew e ku vê pirsgirêkê bi rêya dîplomasiyê çareser bikim - lê tiştek diyar e: Ezê qet destûr nedim ku piştgira terorê ya herî mezin li cîhanê çekên navokî hebe.”
Trump bal kişand ser biryardarîya Amerîkayê di di derbarê bikaranîna hêzê ji bo aştîyê û got, “Divê ti miletek qet gumanê di biryardarîya Amerîkayê de neke. Artêşa me ya herî bihêz e li ser rûyê erdê. Min di dema xwe ya yekem de artêşa me ji nû ve ava kir, û ez bi lez û beztir vê yekê berdewam dikim. Bi hêvî me, em ê kêm caran neçar bimînin ku wê bikar bînin.”
“Jê re dibêjin aştîya bi rêya hêzê,” Serok got.