Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Yekşemê hevpeyvîneke Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Qubad Talebanî li ser platforma xwe ya Truth Social parve kir.
Trump bêyî ku ti şîroveyan li ser hevpeyvînbê bide, tenê navnîşana wê li serê posta xwe nivîsand û lînka wê parve kir.
Navnîşana hevpeyvîna ku malpera Amerîkî Breitbart News bi Talebanî re demekê berê kiribû ew e: “Rêberekî Kurd: Trump 'Masterê Peymanê' ye, Dikare Peymaneke Mezin Bike ku Şerê Îranê Biqedîne û Geşbûneke Aborî ya Cîhanî Biafirîne.”
Parvekirina vê hevpeyvînê tê piştî demeke kurt ji redkirina Trump a bersiva rejîma Îranê li ser pêşnîyarên Amerîkayê.
Serok Trump derbarê îmkanên êrîş û pevçûnên zêdetir li dijî Îranê demekê berê îro gotibû ku " hêzên Amerîkayê heta niha nêzîkî 70% armancên xwe pêkanîne, lê armancên din jî hene ku dikarin bêne pêkanîn."
Wî got, “Em dikarin du hefteyên din êrîşên zêdetir li dijî rejîma Îranê encam bidin û armancên mayî temam bikin."