Trump Dê Beşdarî Hilcivîna NATO li Tirkîyê Bibe

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê beşdarî Hilcivîna serokên welatên endamên NATO'yê bibe ku biryar e di 7-8'ê Tîrmehê de li paytexta Tirkîyê, Enqerê, were lidarxistin

Rubio roja Çarşemê di rûniştineke Kongresê de bal kişand ser sedema serekî ya hêrsbûna Trump ji Hevpeymanîya NATO'yê. Hinek welatên endam di dema şerê li dijî Îranê de destûrê neda ku Amerîka bingehên wan ên leşkerî bikar bîne.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan roja Sêşemê diyar kiribû ku ti nîşanên niyaza Washingtonê ya vekişîna ji NATO'yê tune ne.

Wî zêde kir ku Amerîkayê ji hevalbendên xwe dixwaze lêçûnên berevanîyê zêde bikin û berpirsyarîyeke mezintir ji bo ewlekarîya xwe bigirin ser xwe.