Trump bi 50% Bacê li ser Firokên Kanada yên li Amerîka Tên Firotin Datîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku ewê sertîfîkaya firokên Kanadayî betal bike û baca gumrikê bi rêjeya 50% li ser derfirotinên wan firokan li Amerîkayê ferz bike.

Ew dibêje ev gav hember redkirina Kanadayê ye ku dana sertîfîkayê bo firokên Gulfstream yên Amerîkayî red dike.

Hikûmet firokan wekî beşek ji prosesa pejirandina sertîfîkayan dikin ku tê de desthilata hewayî ya niştimanî biryarê dide ka ew firok ewle û li gorî rêziknameyan e. Ew yek jî dihêle ku ew bi awayekî yasayî li wî welatî were firotin û xebitandin.

Biryara Amerîkayê ya betalkirina sertîfîkaya firokên Kanadayî nakokîya bazirganî ya herî dawî ya Washingtonê bi cîranê xwe yê bakur re ye. Ew herwiha beşek e ji nakokîyek berfirehtir di navbera Serok Trump û Serokwezîrê Kanadayî Mark Carney de.

Trump roja Pêncşemê li ser Truth Social derbarê firokên Bombardier Global yên Kanadayê de postek belav kir: "Li ser bingeha wê rastîyê ku Kanadayê bi xeletî, neqanûnî û bi rijdî red kiriye ku firokên Gulfstream 500, 600, 700 û 800 sertîfîka bike ... em bi vê yekê sertîfîkaya Bombardier Global Express û hemû firokên ku li Kanadayê hatine çêkirin betal dikin, heta ku Gulfstream, Kompanîya Mezin a Amerîkî, bi tevahî sertîfîka bike, ku divîyabû berî gelek salan bibûya."

Posta Serok Trump wiha berdewam dike: "Wekî din, Kanada bi bandor firotina hilberên Gulfstream li Kanadayê bi rêya vê prosesa sertîfîkayê qedexe dike. Eger ji ber her sedemekê ev rewş tavilê neyê sererastkirin, ezê baca 50% li ser hemû firokên Kandayî ku li Amerîkayê têne firotin deyînim."

Trump got ku ew ji bo redkirina Kanadayê ya sertîfîkakirina firokên ku ji hêla Gulfstream Aerospace, ku xwediyê wê kompanîya General Dynamics e, tolê distîne.

Navenda Bombardier Global li derveyî Montrealê ye û bingeha serekî ya pîşesazîya esmanî ya Kanadayê ye. Ev fîrm bi dehan salan piştgiriya darayî ya hikûmeta Kanadayê wergirtiye. Ew du cureyên firokên karsazîyê, Challenger û Global, dîzayn dik, çêdike û difiroşe.