Trump Dibêje Wî Pêdivî bi Alîkarîya Çînê Derbarê Îranê Nîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ewê axaftineke dirêj ligel hevtayê xwe yê Çînî Xi Jinping derbarê Îranê bike, lê ew bawer nake wî pêdivî bi alîkarîya Çînê heye.

Trump îro Sêşemê, berî ku bi serdanekê berê xwe bide Çînê, ji rojnamevanan re got: "Ez bawer nakim me pêdivî bi çi alîkarîyekê derbarê Îranê hebe. Emê bi şêweyekî ji şêweyan biserkevin, bi aştîyane yan wekî din."

Serokê Amerîkî bo gotûbêjên li ser peywendîyên bazirganî û mijarên wekî Taywan û Îranê serdana Çînê dike. Peywendîyên Beijing ligel rejîma Îranê didomin û Çîn wekî bikireke serekî ya petrola Îranê tê dîtin.

Trump dê roja Çarşemê bigihêje Beijingê û heta roja Înê li wir bimîne. Ev cara yekê ye ji sala 2017'an ve ku ew serdana Çînê dike.