Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê egera ku Amerîka “Kûbayê bistîne” anî ziman.
Trump ji rojnamevanan re li Koşka Sipî got ku ew bawer dike dê “rûmeta” standina welatê Kûbayê hebe. Girava Kûbayê dora 145 kîlometran dûrî wîlayeta Florîda ya Amerîkayî ye.
Serok Trump got: “Çi wê azad bikim an bistînim, ez bawer im dikarim her tiştê dixwazim pê bikim.”
Trump Kûba wekî “welatekî niha gelekî lawazbûyî” binav kir.
Axaftinên serokê Amerîkayê di demekê de tên ku birîneke berfireh a elektrîkê li Kûbayê peyda bûye.
Serokê Kûbayê Miguel Diaz-Canel sedema birîna elektrîkê bi embargoya enerjîyê ji alîyê Amerîkayê ve girêda.
Kûba piranîya nefta xwe ji Venezuelayê werdigirt, lê Amerîka ew şandin rawestand piştî ku hêzên Amerîkayê meha Rêbendanê di operasyonekê de dîktatorê Venezuelayê Nicaloas Maduro girt.
Trump behsa gotûbêjên di navbera karbidestên Amerîka û Kûbayê de kir û got ku “ew ligel me dipeyivin,” lê hûrgilîyên bêtir nedan.