Washington —
Serokê Amerîkî Donald Trump îro Çarşemê got ku Greenland ji bo ewlekarîya niştimanî ya Amerîkayê girîng e.
"Ew ji bo Kumbeta Zêrîn ku em niha ava dikin girîng e," Trump di postekê de ser platforma Truth Social got.
Serokê Amerîkî herwiha diyar kir ku divê NATO serkêşîya rêkê bike ku ew herêm têkeve jêr kontrola Amerîkayê. Wî got, eger Greenland nekeve destê Amerîkayê, ewê Rûsya yan Çîn wisa bikin.
Greenland herêmeke nîv-serbixwe ye ku li Amerîkaya Bakur dikeve û ser bi Denmarkê ve ye. Serok Trump ji destpêka serokatîya xwe ve dibêje divê ew herêm li jêr destê Amerîkayê be.
Trump di posta xwe ya Truth Social de herwiha got ku "NATO bêtir bihêz û karîger dibe dema ku Greenland di destên Amerîkayê de be. Her tiştekî ji vê kêmtir nayê qebûlkirin."