Trump Dibêje Artêşa Amerîka di Amadebaşîyê de ye Heta Pêkanîna Peymanekê

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê ragihand ku keştîyên leşkerî yên Amerîkî li Îranê û derdora wê dimînin heta ku peymaneke rastîn tê bidestxistin.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got, "hemû keştîyên Amerîkî, balafir û leşker, bi cebilxane, çek û her tiştê din ê pêwîst ji bo pêkanîna operasyon û tunekirina dijminekî ku jixwe pir lawaz e, dê li Îranê û derdora wê bimînin heta ku peymana rastîn ya ku hatîye bidestxistin bi tevahî were bicîhanîn.”

Trump got, "Eger ji ber her sedemekê ew [peyman] nebe, û ez dûr dibînim ku nebe, wê hingê destpêkirina gulebaranê dê mezintir, çêtir û bihêztir be, ku kesekî berê nedîtîye.”

“Demeke dirêj a berê lihevkirin bûbû, û tevî hemû gotara sexte ku îdîaya berevajî dike, dê çekên navokî nebin û Tengava Hormuzê dê vekirî û ewle be,” Trump got.

Serokê Amerîkî anî ziman ku “di vê navberê de Artêşa me ya mezin çekên xwe amade dike û bêhna xwe vedide, û çaverêyî serkeftina xwe ya bê ye.”

Serokê Amerîkayê posta xwe bi "Amerîka vegerîya ye” bidawî anî.