Trump bo Îranê: An Divê Peymanê Îmze Bikin, an jî Em ê Vegerin û Kar Biqedînin

U.S. President Donald Trump delivers the commencement address at the United States Coast Guard Academy in New London

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê got ku Amerîka hemû hêzên esmanî û deryayî yên Îranê ji holê rakirine. Wî got tenê pirsa derbarê Îranê ew e ka gelo em ê kar biqedînin an ew ê peymanê îmze bikin?

Serok Trump di merasîmeke derçûna pasevanên peravên Amerîkayê de got,"Wan her tişt winda kiriye. Hêza wan a deryayî tune. Hêza wan a esmanî tune. Tenê pirs ew e, gelo em ê vegerin û kar biqedînin? An ew ê peymanekê îmze bikin? Ka em bibînin ka çi dibe."

Trump roja Duşemê gotibû ku wî êrîşa roja Sêşemê ya li ser Îranê li ser daxwaza çend serokên herêmî betal kiriye.

Wî her wiha roja Sêşemê got ku Îranê tenê çend roj mane ku bi Amerîkayê re peymanekê îmze bike an jî ew dikare êrîşeke din a leşkerî ya mezin bike.

Demijimêrekê berî axaftina roja Çarşemê, Donald Trump bi rojnamevanan re axivî û got ku danûstandinên bi Îranê re di "qonaxên dawîn" de ne û hişyarî da ku eger Îran bi peymanê razî nebe dê êrîşên din jî werin kirin.