Trump: Kompanîyên Berevanîyê yên Amerîkî Dê Hilberîna Çekên Pêşketî "Çar Qat" Bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Înê got ku kompanîyên berevanîyê yên sereke yên Amerîkî li hev kirine ku hilberîna çekên pêşketî çar qat bikin.

Trump di peyamekê de li ser platforma Truth Social nivîsand ku "kompanîyên berevanîyê yên herî mezin ên Amerîkayê" li hev kirine ku hilberîna "çekên asta bilind" çar qat bikin, ku behsa alavên leşkerî yên pêşketî dike.

Serokê Amerîkayê her wiha got ku welat "enbareke bêsînor" a çekên asta nizm heye ku niha di şerê li dijî Îranê de tê bikaranîn.

Artêşa Amerîkayê roja Înê got ku wan di hefteya yekem a şerê li dijî Îranê de li zêdetirî 3,000 armanc xistiye.

Li gorî Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM), navendên fermandarî û kontrolê, sîstemên parastina esmanî, baregehên mûşekî, û her weha keştîyên deryayî û binavê yên Îranê di nav armancan de ne.