Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Înê got ku Amerîka nêzîkî armancên xwe yên leşkerî di şerê Îranê de dibe.
Trump di postekê de li ser platforma Truth Social got: "Em gelekî nêzîkî armancên xwe dibin, li dema ku em kêmkirina hewlên xwe yên leşkerî li Rojhilata Navîn derbarê rejîma terorîst a Îranê li ber çavan digirin."
Serok Trump armancên Amerîkayê di şerê dijî rejîma Îranê de bi çend xalan destnîşan kir:
1) Lawazkirina tavahî ya şiyanên Îranê yên mûşekî, mûşekavêj û her tiştê girêdayî wan.
2) Wêrankirina bingeha pîşesazîya berevanî ya Îranê.
3) Tunekirina hêzên wan yên deryayî û asmanî, di nav de jî çekên dijî firokan.
4) Nehêlin ku Îran qet çekên navokî bidest bixe, û rewşekê durist bikin ku Amerîka bilez û hêz bersiveke rewşeke wiha bide.
5) Parastina hevalbendên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, di nav de Îsraîl, Erebistana Siûdî, Qeter, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat), Behreyn, Kuweyt, û ên din.
Trump herwiha da zanîn ku eger pêwîst be, dê Tengava Hormuzê ji alîyê welatên din ve were parastin, ew welatên ku wê bikar tînin. Wî got ku Amerîka wê tengavê bikar nayîne.
"Eger ji me hate xwestin, em dikarin alîkarîya van welatan di hewlên wan ji bo Hormuzê de bikin, lê gerek e ne pêwîst e dema ku metirsîya Îranê ji holê were rakirin. Ya herî girîng, ewê operasyoneke hêsan be ji bo wan e," Serokê Amerîkayî got.
Operasyonên Amerîka û Îsraîlê dijî rejîma Îranê di 28'ê Sibatê de destpê kirin.