Trump Cîgira Wezîrê Derve Wekî Rêvebira USAGM Berbijar Dike

Sarah B. Rogers

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Cîgira Wezîrê Derve bo Dîplomasîya Giştî Sarah Rogers wekî Rêvebira Cîbicîkar a Ajansa Amerîkî ya Medyaya Cîhanî (USAGM) berbijar kir.

USAGM serpereştîya dezgehên medyaya navnetewî wekî Dengê Amerîka û ajansên din dike.

Rogers roja Pêncşemê li ser platforma X'ê got: "Ez bi berbijarkirina Serok Donald J. Trump bo rêvebirîya Ajansa Amerîkî ya Medyaya Cîhanî (USAGM) gelek serbilind û spasdar im. Ligel erkê min yê niha, ezê di heman demê de bi erkê xwe yê nû bicih bînim. Ez ji bo destpêkirina vî erkî bi coş im û çaverê dikim ligel Kongresê kar bikim."

Li vê dema ku Rogers li benda pejirandina civata Senatoyê ye, Cîgirê Wezîrê Derve yê ji bo Rêveberî û Çavkanîyan Michael Rigas dê wekî Rêvebirê Cîbicîkar ê USAGM û xanim Kari Lake jî dê wekî cîgira Rêvebirê Cîbicîkar karê xwe bidomîne.

Rogers behsa Rigas û Lake kir û got: "Ez destxweşîyê li hêz û dilsozîya wan dikim, û ez li benda hevdîtina tevahîya endamêm USAGM'ê me."

USAGM serpereştîya çend sazîyan dike, di nav wan de Dengê Amerîka (VOA), Ofîsa Weşana Kubayê, Radyoya Ewrupaya Azad/Radyoya Azad, Radyoya Asyaya Azad, Torên Weşana Rojhilata Navîn û Open Technology Fund.