Trump Careke Din Hişyarîyê Dide Rejîma Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê ragihand ku “Amerîka bi Rejîmeke nû û hişmendtir re di gotûbêjên rijd de ye ji bo bidawîkirina Operasyonên me yên Leşkerî li Îranê.”

Serok Trump li ser platforma xwe ya medya civakî Truth Social got,”Pêşketineke mezin hatiye bidestxistin, lê eger ji ber her sedemekê, di demek nêzîk de peymanek neyê çêkirin, ku dibe bibe, û eger Tengava Hormuz tavilê ji bo kar veneke", em ê "mana" xwe ya xweş li Îranê bi teqandin û bi tevahî jiholêrakirina hemî navendên berhemanîna elektrîkê, bîrên petrolê û girava Xarg (û dibe ku hemî navendên şîrînkirina avê!), ku me bi zanebûn hîn "dest lê nedaye", bidawî bînin.”

“Ev dê ji bo gelek leşkerên me û yên din be, ku Îranê di de "Desthilatdarîya Terorê" ya 47 salên Rejîma kevin de kuştine. Spas ji bo baldarîya we ya li ser vê mijarê. Serok DONALD J. TRUMP.”

Serokê Amerîkayê roja Pêncşemê gotibû ku, "Em ê rasterast li ser esmanê Tehranê bifirin û çi tiştê em bixwazin emê bikin." Wek nîşana serdestîya esmanî ya Amerîkayê li ser Îranê û lawazîya berevanîya esmanî ya Komara Îslamî.