Serok Trump Hişyarîya Êrîşên Bêhtir Dide Îranê

Turkey NATO Summit Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê ragihand ku êrîşên artêşa Amerîka yên îro ew bersiva êrîşên doh yên Îranê ne û rewş dikare xerabtir bibe.

Serok Trump li ser platforma Truth Social posteka ku Open Soure Intel belav kiribû û tê de wêneya encamên êrîşekê li bajarê Çabehar ê başûrê rojilatê Îranê nîşan dabû, parve kir û got, “Ev tolhildan e ji bo bombebarana doh a keştîyan ji alîyê Îranê ve.”

Serok hişyarî li dijî êrîşên din ên Îranê da û got, “Ger dîsa bibin, wê pir xirabtir bibe!”

Axaftina Trump hat demeke kurt piştî ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dest bi êrîşên nû li dijî Îranê kir.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “Bi fermana Fermandarê Giştî, hêzên Fermandarîya Navendî ya Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê dest bi êrîşên zêdetir li dijî Îranê kirine da ku şiyana wan a gefxwarina li azadîya keştîvanîya li Tengava Hormuzê bêhtir kêm bikin.”