Trump Welatan Han Dide ku Tengava Hormuzê Kontrol Bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê welatên cîhanê yên ku nikarin sotemenîya balafiran wergirin, han dan ku Tengava Hormuzê kontrol bikin.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got ku “Hemû ew welatên ku ji ber Tengava Hormuzê nikarin sotemenîya balafiran wergirin, mîna Brîtanyayê, ku red kir beşdarî têkbirina Îranê bibe, pêşniyarek min ji we re heye: Hejmar 1, ji Amerîkayê bikirin, me gelek heye, û Hejmar 2, hinek wêrekîya derengmayî ava bikin, biçin Tengava Hormuzê, û dest deyînin ser wê.”

“Divê hûn dest bi fêrbûna şerkirina ji bo xwe bikin, Amerîka êdî li wir nabe ku alîkarîya we bike, mîna ku hûn ji bo me li wir nebûn,” Trump got.

Serok anî ziman ku “Îran, di bingehê de, hatiye hilweşandin. Beşê dijwar qedîyaye. Herin petrola xwe bistînin.”

Serok Trump di posteke cuda de li ser Truth Social rexne li Fransayê kir û got,”Welatê Fransayê nehişt ku balafirên ku ber bi Îsraîlê ve diçin, ku bi kelûpelên leşkerî barkirî ne, li ser axa Fransayê bifirin. Fransa pir nealîkar bûye di derbarê 'Xwînmijê Îranê' de, ku bi awayekî serkeftî hat jinavbirin! Amerîka dê bi bîr bîne.”