Trump: Serokê Çînê Pêşniyara Alîkarîyê bo Rêkeftina ligel Îranê Kiriye

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê got ku hevtayê wî yê Çînî Xi Jinping pêşniyar kiriye ku navbeynkarîyê di navbera Amerîka û Îranê ji bo rêkeftinekê bike.

Piştî hevdîtina ligel Xi, Serok Trump ji kanala Fox News re got ku Serokê Çînê pêşniyar kiriye ku di dosyaya Îranê de alîkarîyê bike da ku peymanek çêbibe û azadîya keştîvanîyê li Tengava Hormuzê were misogerkirin.

"Serok Xi dixwaze peymanek çêbibe. Ew bi rastî dixwaze ku peymanek bixebite û wî ji min re got ku ewê bi her awayî kêfxweş be ku alîkarîyê bike," Trump da zanîn.

"Binêre, her kesê ku ewqas petrolê bikire dê bi wan (Îranê) re têkilîyek hebe, lê wî ji min re got: 'eger ez karibim, ezê bi kêfxweşî bi her awayî alîkarîyê bikim.' Ew dixwaze Tengava Hormuzê vekirî bimîne," Serokê Amerîkî ji Fox News re got.

Serokê Çînê "got ku ewê alavên leşkerî nede Îranê û wî ev yek pir bi biryarderî got," Trump anî ziman.

Piştî civînê, Koşka Sipî di daxuyanîyekê de got ku Amerîka û Çîn li hev kirine ku Tengava Hormuzê vekirî bimîne da ku tevgera azad a enerjîyê biparêze, û serokê Çînê li dijî leşkerîkirina rêka avê ye.

Trump berî geşta xwe ya Çînê ji rojnamevanan re got ku Amerîka ne hewceyî alîkarîya Çînê li ser Îranê ye.