Nêzîkî 15 demjimêran piştî gihîştina Bêjînê, Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê sibehê li ber Hola Mezin a Gel bi hevtayê xwe yê Çînî re civiya.
Karwanê Serok Trump û şandeya wî dora demjimêr 10ê sibehê bi dema Çînê gihîşt ber avahîya hikûmeta Çînê, ku wekî 'Hola Mezin a Gel' tê nasîn. Li wir ji hêla hevtayê xwe yê Çînî Xi Jinping ve hate pêşwazîkirin û di atmosferek dostane de merasîmeke pêşwazîkirinê hat lidarxistin.
Piştre Xi çû cem şandeya Amerîkî û dest da rayedarên payebilind, di nav de jî Wezîrê Cengê Pete Hegseth, Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent û Wezîrê Derve Marco Rubio.
Trump her wiha ber bi şandeya Çînê ve meşîya û dest da çend rayedarên Çînê, di nav de jî Cîgirê Serokê Çînê û Komîserê Bazirgaîiyê yê Bilind He Lifeng.
Piştî merasîmê, serokên herdu welatan û şandeyên danûstandinê ketin Hola Mezin a Gel da ku li ser çend mijarên hevpar civînan li dar bixin.
Serok Trump û şanda wî ya ji berpirsên hikûmetê û karsazan roja Çarşemê derdora demjimêr 7:30ê êvarê gihîştin Bêjînê ji bo hevdîtinên li ser çend mijarên girîng ên di navbera Amerîka û Çînê de.
Ji bilî bazirganî, madenan û Taywanê, tê pêşbînîkirin ku di vê serdanê de mijara Îranê û trafîka keştîvanîyê ya li Tengava Hormuzê werin gotûbêjkirin.