Serok Trump Katie Zacharia wek Berdevka Nû ya Koşka Sipî Destnîşan Kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê Katie Zacharia wek berdevka nû ya Koşka Sipî destnîşan kir.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got, “Ji bo min rûmeteke mezin e ku min niha Katie Zacharia wekû berdevka Koşka Sipî destnîşan kir. Katie niha wekû Şêwirmenda Bilind a Ragihandinê ji bo Truth Social (Trump Media & Technology Group) kar dike, ku li wir performanseke berbiçav nîşan daye! Katie, ku eslê xwe ji Kalifornia’yê ye, berê wekû Berdevk û Cîgira Alîkarê Sekreterê Karûbarên Giştî li Wezareta Ewlehîya Niştimanî kar kiriye.”

Serok Trump got ku “Katie derçûyeke serkeftî ya Zanîngeha Pepperdine û Dibistana Yasayê ya Pepperdine Caruso'yê ye; ew parêzer e û bi berdewamî li kanalên wekî Fox News û Newsmax'ê şîroveyan dike.”

Trump anî ziman ku Katie berê beşdarî helmeta wî ya hilbijartinan bûye û li 7 wîlayetên ku dengên wan di hilbijartinan de yekalîker in (Swing States) û ew di hemûyan de biser ketiye, alîkarî kiriye.

“Tomareke wê ya bêkêmasî ya piştgirîyê heye û ji destpêkê ve piştgireke dilsoz û jêhatî bûye. Her wiha, ew alîgireke dilsoz û endama tevgera MAGA’yê ye! Ez bawer im ku Katie dê wekî berdevka bê ya Koşka Sipî ji bo welatê me encamên xurt bi dest bixe, ji ber ku wê rêzgirtina medyayê, gelê Amerîkayê û rêveberiya min bi dest xistiye û dê bi awayekî hêja bi wan re bixebite. Katie şûna Karoline Leavitt a hêja digire, ya ku wekî berdevka Koşka Sipî karekî bêhempa kir,” Trump got.

Serok Trump di dawîya daxuyanîya xwe de serkeftin ji Katie re xwest.