Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê li Koşka Sipî pêşwazî li Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy kir.
Trump herwiha ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kom bû.
Piştî van civînan, Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt li ser platforma X'ê ragihand ku herdu civîn baş û berhemdar bûn. Wê ti hûrgilîyên zêdetir parve nekir.
Serokê Ukraynayê ragihand ku civîna wî ya ligel Serok Trump baş derbas bû û spasîya Serokê Amerîkî kir ji bo “her tiştê ku ew ji bo parastina jiyana welatîyên Ukraynayê dike.”
Zelenskyy li ser platforma X'ê got ku wî û Serok Trump li ser rêdanên hilberîna çekên Patriot ên pûçkirina mûşek û dronan û çend ramanên din ên ku dikarin di şerê Ukraynayê yê li dijî Rûsyayê de alîkar bin, gotûbêj kirin.
Li gor Zelenskyy, herdu serokan li ser dîplomasîyê jî axivîn û anî ziman ku herdu welat dê hûrgilîyên bêhtir ên civînên di siberojê de amade bikin.