Trump Soz Dide ku Ewê Uranyuma Îranê Bistîne

U.S. President Trump and EPA Administrator Zeldin make an announcement at the White House

Serokê Amerîkayê îro Pêncşemê soz da ku Amerîka dê di dawîyê de uranyuma dewlemendkirî ji Îranê bistîne.

Serok Trump li Koşka Sipî ji rojnamevanan re diyar kir ku ewê uranyuma dewlemendkirî ji Îranê bistînin û got “Em ê wê bistînin. Pêdivîya me pê nîne, em wê naxwazin jî. Dibe ku piştî em bistînin, em wê xirab bikin, lê em nahêlin ku ew uranyumê ji xwe re bihêlin.”

Trump dibêje ku di operasyona Amerîka û Îsraîlê ya li dijî rejîma Îranê de, uranyuma Îranê di bin êrîşên Amerîka û Îsraîlê de maye û ketîye bin erdê.

Standina uranyumê armanca sereke ya operasyona Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ye, daku nehêle rejîma Îranê çeka navokî çê bike.

Herwiha Serok Trump derbarê sepandina bacan û vekirina tengava Hormuz got, “Em dixwazin (Hormuz) vekirî be. Em dixwazin bê pere be. Em naxwazin bac li ser were stendin. Ew rîyeke avî ya Navneteweyî ye."

Serok Trump diyar kir ku “Niha, ew [Îran] rojane 500 milyon dolaran ji dest dide, xuya dike ev pereke mezine, lê çi 500 milyon dolar be, 200 milyon dolar be, yan ji 300 milyon dolar be, ew gelek pere winda dikin. Ti Keşt'yek bêyî erêkirina me derbas nabe. Ti keştî naçin Îranê.”