Berbijarê Partîya Komarî, Donald Trump di hilbijartinê de wek serokê Amerîka hat hilbijartin. Trump di dema kempeyna xwe de girîngî dabû mijara Kurdan û Tirkîyê.
Prof. Cengîz Aktar û rojnameger Fehîm Taştekîn hilbijartina Trump dinirxînin û li ser sîyaseta wî yên demên pêş şîrove dikin.
Aktar dîyar dike ku Trump ji hêla polîtîkayên derve ve kêm e û ev jî bi xwe re pirsa polîtîkayeke çawa dê bê meşandin derdixe holê.
Taştekîn jî wek Cengîz Aktar bawer dike ku Trump di hêla polîtîkayên derve de bê tecrube ye û îhtîmal zêdeye ku ji hêla Kongresê ve hin polîtîka werin meşandin.
Taştekîn bal dikşîne ku hin pirsgirêkên Tirkîye bi rêvebirîya Obama re çêbûne, taybetî jî li Sûrîyê û Îraqê tercîhên Obama, Erdogan hêrs kiribû.
“Taybetî rexneyên Trump yên derheqa Obama li ser Rojhilata Navîn dîyar dike ku têkilîyên bi Kurdan re û hevkarîya heyî dê bidome û dibe ku vê hevkarîyê zêdetir bike.”
Your browser doesn’t support HTML5