Serok Trump û Erdogan Ser Sûrîyê Axifîn

Erdogan û Trump (arşîv)

Serok Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê ser Sûrîyê axifîn.

Qesra Sipî ser axaftina her du rêberan daxuyanîyeke nivîskî ya bi du hevok belav kir.

‘’Serok Trump, bo nîqaşkirina rewşa dawî ya li Sûrîyê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re axifî. Her du rêber li hev kirin ku bo rewşa wir di peywendîyê de bin’’ di daxuyanîyê de hat gotin