Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.
Jêderên serokomarîya Tirkîyê ragihandin ku her du serok derbarê peywendîyên dualî û bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn peyivîne.
Erdogan di axaftina xwe de daye zanîn ku ew êrîşên hêzên hikûmeta Beşar Esad yên li Îdlibê qebûl nakin û gotiye ku divê kêşeya li wê herêmê demûdest bi dawî bibe.
Li gor jêderên serokomarîya Tirkîyê, Erdogan bi berdewamî dîyar kiriye ku divê li Lîbya jî aştî û îstiqrar çêbe.
Her wiha, her du serokan li hev kirine ku bazirganîya dualî heta 100 mîlyar dolar zêde bikin.