Trump Dide Zanîn ku Ewê li Grînlandê ''Trump Tower'' Çêneke

Serokê Amerîka Donald Trump ser kirîna Grînland ya Danîmarka twîteke nû nivîsî.

Trump wêneyê ‘’Trump Tower’’ xist ser Gronlandê û got ku ‘’Ez soz didim ku ezê vî tiştî li Grînlandê nekim’’

Wî roja Yekşemê li New Jerseyê piştrast kiribû ku ew dixwaze ku Grînlandê bikire û dîyar kiribû ku ew der ji alîyê stratejîk ve cîhekî balkêş e.

Li ber e ku Trump di meha pêş de serdana Kopenhag ya Danîmarka bike û bi serokên Danîmarka û Grînlandê re bicive.

Yek ji serokên berê yên Amerîka Harry Truman di sala 1946’an de xwestibû ku Grînlandê bi 100 mîlyon dolar bistîne, lê Danîmarka ew red kiribû.