Trump: Peywendîya Min û Kim Jong Un Baş E

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku peywendîyên bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re baş in.

Her du serok cara dawî ser mezinîya bişkoka navokî ya li ser maseyê nîqaş kiribûn.

Trump ji Wall Street Journel re got ku ‘’Peywendîyên min yên ligel Kim Jong Un bi îhtimaleke mezin pir rind e. Peywendîyên min bi însanan re heye. Herhal hûn şaş bûn ji ber vê yekê’’

Ser pirsa ‘’Tu bi Kim re diaxifî yan na?’’, Trump da zanîn ku ew naxwaze li ser vê mijarê ti şiroveyekê bike.

Trump di rojên borî de bo Kim gotibû ‘’kinik û qelew e’’, ‘’însanekî xirab e’’ û jiber ceribandina muşekan gelek caran bo wî dibêje ‘’mêrê roket’’

Kim Jong Un jî bo Trump gotibû ku ‘’dînek e’’ û dîyar kiribû ku ewê wî bi ‘’êgir terbîye bike.’’

Serok Trump roja Çarşemê ji Serokomarê Koreya Başûr Moon Jae-in re gotibû ku dem û şertên guncaw de ew dikarin bi Koreya Bakur re hevdîtinan bikin.

Trump ser hevdîtinên di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr jî gotibû ku jibo cîhanê serkeftineke mezin e.