Qesira Sipî: Trump Wê di Hefteya Were de Mêvandarîya Netanyahu Bike

Trump û Netanyahu (Arşîv)

Qesira Sipî îro Çarşemê ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump wê di Duşemê û Sêşemê were de, mêvandarîya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bike.

“Serok Trump û Serokwezîr Netanyahu di civîneke xebatê de, li Qesira Sipî wê ser berjewendîyên welatên xwe û rewşa Rojilata Navîn gotûbêjan bikin,” Qesira Sipî bi daxuyanîyeke nivîskî got.

Daxuyanî bi berdewamî dîyar kir ku Trump wê di 26ê Adarê de, di şîveke taybet ya mazuvanîya Netanyahu bike.